Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hevala Zîlan
Aram Tîgran
ŞARKI SÖZÜ

Hevala Zîlan

Aram Tîgran
Kürtçe Müzik👁 4 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Çirûska serxwebûn û azadiyê xwe li nava guhên perde tarî şevan dixe û xwe bi ber ziyareta berbanga sibehê ve radikişîne. Egîdî û mêrxasî ne karê her kesan e. Kî dikare xwe biteqîne? Kî dikare serê xwe li hember mirinê bilind ke û bibêje: ez va me? Loma jî keça Kurd Zîlan bi agirê bedena xwe tovê jiyaneke nû çand. Zîlan bihar e, Zîlan gul e, Zîlan nêrgiz û rîhan e. Guhdarên hêja û delal ez vê kaseta xwe diyarî pakrewana nemir hevala Zîlan û tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê dikim

Nivîskaro qelem bigire û binivîsîne
Lat û texta ji qelema bineqişîne
Pêşerojê ji me re mizgîn bîne
Wek Zîlanê kesek nîn e
Tu ji Kurdan re hem Zîlan î û dîlan î
Tu bi xwe Kurd î, bi nav û deng şoreşvan î
Li bajarê Dêrsimê da çawa hatî
Wisa jî çûy bi mêvanî

(Koro)
Tu ronaya çavê min î(me yî) hevala jin tu Zîlanê
Tu bûy şehîda şehîdan, nav dîroka Kurdistanê

Te hilda jor kesk sor û zer ala rengîn
Li hawirdor dengê bomba te kir teqîn
Erd û esman tev dihejîn Kurdistanê
Navê Zîlan bûye bengîn

Wey tu bijî hevala şêrîn Zîlanê
Kurdê cîhan boy te girtin xweş dîlanê
Nav û dengê te belav bû li cihanê
Bûy sembola berxwedanê

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.