Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Keça Çinî Nêrgiz e

🎵
Şarkı Sözleri
Keç diçûne mêrgêwo
Keça çinî nêrgiz e
Lawik diçûne mêrgêwo
Zarno wernê heliz e
Keç diçûne mêrgêwo
Keça çinî Rihanê
Lawik diçûne mêrgêwo
Mêrga deşta Rewanê
Keç diçûne mêrgêwo
Keça çinî çîçek e
Lawik diçûne mêrgêwo
Bi hev re bikin henek e
Keç diçûne çolêwo
Qesta gula û Sosina
Lawik diçûne çolêwo
Qesta berx û mêşina
Keç diçûne mêrgêwo
Keça çinî bendikê
Lawik diçûne mêgêwo
Dîtin keça rindikê
Keç diçûne dîlanê
Keça gundê Rewanê
Lawik diçûne xwendinê
Bajarê Êrîvanê
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum