Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Kilamên Dila
Aram Tîgran
ŞARKI SÖZÜ

Kilamên Dila

Aram Tîgran
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Sing û berê kewa gozel Elegyaz e,
Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e,
Memikê yarê li bedelê cot kanî ne,
Xalê sûret mîna konê kurmacî ne.
Guliyê yarê mîna çaxê ber biharê,
Hev girtine fitil fitil têne xwarê,
Ezî li ser kewkubarê bengî xefûr,
Hilda dest e û lîlande sîmê tembûr.
Min go yarê tembûr destê min da heliya,
Were lawikê xwey kerem ke cotê guliya,
Go Beytûno por û guliyê min qumaş in,
Hingê mîna te bi sewda û bi haş in.
Cotê guliya bû cotemar li min vemîn,
Sazê min ket tilî û pêçiyê min lerizîn,
Mêrg û geliyê Elegyazê girtin dûman,
Nizam çima bihar li min bû zivistan.
Sing û berê kewa gozel Elegyaz e,
Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e,
Memikê yarê li bedelê cot kanî ne,
Xalê sûret mîna konê kurmacî ne.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.