Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Lêvşêrîna Min

🎵
Şarkı Sözleri
Tu hatî lêv şêrîna min
Evîn û devzêrîna min
Were xweş ke birîna min
Tu ser çavê me hatî
Bi dîdara xwe pir rind î
Birû hîv û şeker qend î
Di wê rê de te ne min dî
Bi bejna xwe şemşad î
Xezal û sed evîndar im
Di vê rê de Birîndar im
Bi qêrîn û bi hewar im
Tenê ez xweş jêhatî
Dema çek da bi şîranî
Me can û dil li ser danî
Rabû li xwe tev danî
Te qatek danî ser xanî
Gotin:Cegerxwîn
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum