Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Leylanê
Aram Tîgran
ŞARKI SÖZÜ

Leylanê

Aram Tîgran
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Leylanê buhar e çîçekê bihare
Tav derketiye de tu were
Buhar e rengîn e gul jî bengîn e
Leylanê were halê min tu nîn e
Ax de Leylan, Leylan, Leylan emirê min î.

Tu şemal î, diteysî, şewqa te da dilê min
Boy wê şewqê wez şewitîm, were Leylan mala min.

Leylanê sorgulê sosinê bihar e
Dilê min (ji) kerba zarezar e
De tu were Leylanê zû bike
Min nehêle vira tenê vê biharê
Bi vê xemê dilşikestî, stûxwar e
Ax de Leylan, Leylan, Leylan emirê min î

Ava zelal dixulxule, wekî dilê te nîn e
Gerdenzerê, gula dinê, biha bê te tu nîn e

Leylanê neçe, neçe, neçe
Nazdarê neçe, neçe, neçe
De tu were neçe neçe neçe
Were Leylan de tu were Leylan neçe bextê te me
Dinya ronî bê te mi re heram e
Ax de Leylan, Leylan, Leylan... emirê min î

Gera golê min kon danî, ez heyîbîm ji kerbê te
Gulê bedew pir vebûne, dîsa ketim bextê te.

Gotin: Îşxanê Aslan(Bavê Nazê)
Muzîk: Aram Dîkran

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.