Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Xanimê
Aram Tîgran
ŞARKI SÖZÜ

Xanimê

Aram Tîgran
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Xanimê lê xanimê,
Bûka mala bavê minê,
Çîçekê rewşa dinê,
Tu soz nedî yekî dinê.
Xanimê lê xatûnê,
Tu çilbiskê gulavdûnê,
Kerem ke were rûnê,
Agir deyne ser qelûnê.
Xanimê lê xanimê,
Bûka mala bavê minê,
Çîçekê rewşa dinê,
Tu soz nedî yekî dinê.
Xanimki bi lome ye,
Bi şev û bi ro mala me ye,
Qisûrek lê tune ye,
Gotina wê bi mene ye,
Xanimê lê xanimê,
Bûka mala bavê minê,
Çîçekê rewşa dinê,
Tu soz nedî yekî dinê.
Xanimê dinya dem e,
Ne mi derd e ne mi xem e,
Ez heyiriyê bejna te me,
Wez aşiqê çavê te me.
Xanimê lê xanimê,
Bûka mala bavê minê,
Çîçekê rewşa dinê,
Tu soz nedî yekî dinê.
Him gul î him sosin î,
Bi xizêma zerbazin î,
Bimirî bijî tu a min î,
Bûka mala bavê min î.
Xanimê lê xanimê,
Bûka mala bavê minê,
Çîçekê rewşa dinê,
Tu soz nedî yekî dinê.
Xanimê lê hurmetê,
Tu li dîlanê, tu li dawetê,
Vê kêfê vê şawetê,
Sebra min bi navê te tê.
Xanimê lê xanimê,
Bûka mala bavê minê,
Çîçekê rewşa dinê,
Tu soz nedî yekî dinê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.