Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mem û Zîn
Berfin Aktay
ŞARKI SÖZÜ

Mem û Zîn

Berfin Aktay
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Naz û şêrînleba min
Carek were li ba min
Ko ez mirim siba min
Li ser navê xwe dîne

Delal û gewr û rindî
Şêrîn û poz bilindî
Eger maçek bi min dî
Buha li cem. me nîne.

Birîn dused hezarin
Ji ber wê ah û zarin
Ta spîde şiyarin
Ah û nal û girîne

Rûne li ber serê min
Berê xwe bi de berê min
Bikuj bi xençerê min
Tê gernasan bibîne

Bi ah û nal e nalim
Tenha û bê hevalim
Mebîne pîr û kal im
Ez im Mem û Tu Zîn e

Wek Feryad û Şirîn in
Herdu jî dil birînin
Tirsin hevdî nebînin
Cîhanê kumrevîne

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Mamoste Selamî

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.